Nêzî 18 milyonî xwendekarên di pêşdibistan, dibistan, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin û 900 hezar mamoste îro dest bi serdema dudan a salê kirin. Serdema duyem a perwerdeyê kir û di 12ê hezîranê roja înê de jî wê biqede.
Sala perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015an di 12ê hezîranê de bi dawî dibe.
- 15 hezar mamoste hatin tayinkirin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di betlaneyê de tayînên cîguhertinê yên koma sedemên taybet, ên di navbera bajaran de û di nav bajêr de kir. Piştî van tayînan jî ji bo kadroya 15 hezar mamosteyan bicihkirina ewil hat kirin.
- Ezmûnên ketina zanîngehê dê dest pê bikin
Xwendekarên pola 8emîn ji dersên tirkî, matematîk, fen û teknolojî, dersa agahiyên dînî û exlaq, dîroka înqilabê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî di 29-30yê nîsanê de bikevin ezmûna hevpar. Ezmûna telafiyê jî dê di 16-17ê gulanê de bê kirin. Tê plankirin ku encam jî di meha hezîranê de bê eşkerekirin.
Merhaleya yekem a ezmûnên derbasbûna zanîngehê Ezmûna Ji bo Perwerdeya Bilind (YGS) dê 15ê adarê roja duşemê, Ezmûnên Bicîhkirina Lîsansê (LYS) jî dê 13-14 hezîranê de û 20-21ê hezîranê de bi 5 rûniştinan bê kirin.
Di nîva duyem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2014-2015an de, wê duşem, çarşem û îniyê li xwendekaran şîr bê belavkirin.