OSMANIYE
Koçerên nûnerên dawîn ên çanda eşîra Tirkmenan ji ber guherîna şert û mercên civakî û aborî koçertiyê diterikînin û bi cih dibin. Ji ber vê çendê jî hejmara wan her ku diçe kêm dibe û yên mayîn jî li pêşa çiyayên Torosê berxwedana jiyana koçertiyê didin.
Koçerên ku li zozanan di bin konên ji mûyên bizinan de dijîn, jiyana xwe bi firotina şîr, penêr, hirî û goştê pezê ku xwedî dikin didomînin.
Tirkmenê koçer Îlhan Çortuk ku ji wan re "Yoruk" tê gotin ji peyamnerê Anadolu Agencyê re diyar kir ku wan "çanda koçertiyê" ji bav û kalên xwe wergirtine û wiha domand: "Ez 60 salî li pey mih û bizinan geriyam. Ez di bin konê reş de jidayik bûm, zewicîm û ez ê dîsa di bin konê reş de koça xwe ya dawîn bikim."
Çortuk destnîşan kir ku ew di nava çar dîwarên sergirtî de hîç ranezaye û derî û pace nedîtiye û di fikarê de ye ku dê pey nifşa wan re ev kevneşopiyê biqede.
Çortuk diyar kir ku ew li gel 3 birayên xwe zivistanan li zozanên bajaroka Cewdetiyeyê û havînan jî li zozanên Eledaxê derbas dikin û wiha pê de çû:
"Ji zaroyên me hinekan xwendin û bûn dadger, parêzer, leşker û polês. Yên ku nexwendin jî ji bo kar çûn bajarên mezin û li wir bûn xwedî mal û avahî. Em wekî 4 birayên 50 salî mezintir li gel jin û zaroyên xwe yên piçûk jiyana xwe dewam dikin û em ji jiyana xwe jî kêfxweş in. Heke ku me bixî nava maleke ji çar dîwaran, em ê nikaribin hêsa bin. Li dû me gelo zarokên me dê vê jiyana zehmet bidomînin, ez vê nizanim, lê ez dizanim ku ev cure jiyan wê bi nifşa me ve bi dawî be."
Zeynep Çakiciyê (52) jî destnîşan kir her çiqas dijwariyên xwe hebe jî, lê dîsa ji jiyana koçeriyê hez dike û ji demên havînan ên ku li zozanan dibihurînin kêfxweş e.
Çakiciyê diyar kir ku ew beriya rojê hişyar dibe û av û debarê dide heywanan û şûnde taştê amade dike. Xeynî vê Çakiciyê destnîşan kir ew bi ava ku li ser kuçik germ dike ve firaq û kincan dişo.
Her wiha Çakiciyê bal kişand ku wê bi bihurîna demê re çanda koçeriyê jî biqede û wiha dewam kir: "Ez di konê reş de hatim dinyayê, mezin bûm, bûm bûk û min dîsa di konê reş de zarokên xwe anîn dinê."