28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
MARDÎN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê 4 berşikên ku bi îdiaya li ser medyaya civakî "propagandaya rêxistina terorê kirin" va hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku di xebata ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Kiziltepeyê da hat tespîtkirin ku 5 kesî li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê PKK/KCKyê kirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku berşik hatin binçavkirin.
Herwisa di daxuyaniyê da hat gotin ku A.A, C.B, N.Y û M.A. bi destê meqamên edlî hatin girtin, V.N. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku 4 berşik teslîmî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kirin.
- Li Mûşê di operasyonên dijî rêxistina terorê PKKyê da 8 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku hat tespîtkirin ku li gundê navendê Yelalan û li gundê Kirkgoze, Cankurtaran û Esenlîk yên bi ser navçeya Bulanikê, 7 kesan li ser medyaya civakî pesna rêxistina terorê PKKyê dan û ji ber hindê propagandaya rêxistinê kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku berşik bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê hatin binçavkirin û wiha hat gotin:
"Ji xeynî vê li navçeya Vartoyê li tanga gundê Sazlicayê li noqteya sepana ewlekariyê, tevî kesekî ku ji ber "endametiya rêxistina terorê PKK/KCKyê" lê digeriyan, 8 kes hatine binçavkirin. Miemeleyên der heqê şexsan da berdewam in. Li parêzgeha me têkoşîna me ya dijî her cure sûc û pêkhateyên sûc dê bênavber berdewam be."