KAYSERÎ
Li Pinarbaşiya navçeya Kayseriyê otobusa rêwiyan qelibî şarampolê û di encama qezayê de 21 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bi dest xistin otobusa bi plakaya 34 DG 5950 ku ji Îstanbûlê diçû Mûşê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, li ser rêbeja Pinarbaşi-Gurunê di kîlomêtroya 35emîn de ji rê derket û qelibî şarampolê.
Di qezayê de 21 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Tenduristiyê yê bajar Dr. Ahmet Oksuzkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelek ambûlans şandin cihê qezayê.
Di qezayê de ji 21 kesên ku mirine, navê 10 kesan diyar bû.
Navê wan kesan ev in: "Omer Abanoz (20), Nevzat Cemîloglû (39), Mervan Karahan (19), Tekîn Karasû, Ûğûr Gokhan Akdenîz, Huseyîn Çiplak, Naîm Demîr, Mîkaîl Yeler, Îzzet Karahan, Sûat Bakim "
Qezaya li Kayseriyê agir bi dilê mûşiyan xist
Qezaya ku li navçeya Pinarbaşiyê pêk hat û di encamê de 21 kes mirin û 29 kes birîndar bûn, agir bi dilê mûşiyan xist.
Welatiyên ku nûçeya qezayê bihîstin, di nav mereq û xemê de ji bo ku ji nasên xwe agahiyê bistînin ji ber televizyonên xwe ranabin.
Serokê Odeya Trimbêl û Şofêran a Mûşê Salih Kiliç destnîşan kir ku agahiya qezayê di nîvê şevê de bihîstine û ji ber televizyonan venaqetin ku agahiyan hildin û ji ber qezayê xemgîn in.