06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Parlementerên Tûnceliyê yên HDPyê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Şaredarê Tûnceliyê Mehmet Alî Bul beşdarî merasima cinazeyê Îsmaîl Aydemirê "fermandarê qada Dêrsimê" yê rêxistina terorê yê ku di operasyonê da hatibû kuştin bûn.
Li Ovacika navçeya Tûnceliyê di 16ê îlonê da operasyona bi piştgiriya hewayê da 4 terorîst hatibûn kuştin. Îsmaîl Aydemir jî di nav wan kesan da bû. Cinazeyê Aydemir piştî karên otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê teslîmî malbata wî kirin.
Cinaze anîn Cemxaneya Tûnceliyê, parlementerên Tûnceliyê yên HDPyê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Şaredarê Tûnceliyê Mehmet Alî Bul beşdarî merasima cinaze bûn û piştî merasimê cinaze li Goristana Şaredariyê hat binaxkirin.
Li Ovacika navçeya Tûnceliyê di 16ê îlonê da operasyon biribûn ser terorîstên ku di amadehiya çalakiyan da bûn, di operasyonê da 4 terorîstên ku Îsmaîl Aydemirê "fermandarê qada Dêrsimê" yê rêxistina terorê jî tev bû hatibûn kuştin.