VAN
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mitînga xwe ya hilbijartina Serokomariyê ya li Wanê de axivî. Mitîng li Kolana Nexweşxaneyê hat lidarxistin.
Serokwezîr Erdogan welatî silav kir û wiha axivî: "Ez li Wana bajarê alim û ewliyayan Seyîd Ebdirehman Arwasî, Seyîd Fehîmî, Feqiyê Teyran bi hurmetî silav dikim. Bedîûzemanê ku di medreseyên Wanê de perwerde bûye re carke din dibêjim rihma Xwedê lê be. Rehme Xwedê li hemû şehîdên Wanê, bi teybetî jî şehîdên erdheja 23yê cotmeha 2011an be. Xwedê ji hemûyên wan razî be. Ji bo biratiya we, ji bo hevaltiya we, ji bo bibextiya we Xwedê ji we hemûyan razî be. Ji we gişka re sipas dikim."
Erdogan bal kişand ku Îsraîlê di Remezan û eydiyê de êrîşî Xezeyê kir û bombe barand ser zar, jin, sivîl, xwendegeh, nexweşxane û mizgeftan û wiha got:
"Di 25 rojan de ji hezar û 300î zêdetir birayên me yên ji Xezeyê hatin kuştin. 250yê wan zarok, 100ê wan jin, ji 50yî zêdetirê wan jî kal û pîr bûn. Zarokên Xezeyê eydî nedîtin. Zarên Xezeyê di eydiyê de nikaribûn ku derkevin kuçe û kolanan, nikaribûn ku herin li parka bilîzin, di malên xwe de, di kuçeyên xwe de, di peravan de hatin kuştin. Revîn mizgeft û xwendegehan û li wir jî hatin kuştin. Ji bo Xwedê, ji min re bêjin di navbera ew tiştên Hîtler anî serê wan û tiştên ku Îsraîl tîne serê Xezeyê de çi ferq heye? Ev nijadperestî ye, faşîstî ye, rihê Hîtler e."
- "Ez wek neviyekê Osmaniyan bangî we dikim."
Erdogan bi bîr xist dema ku her kesî rûye xwe ji Musewiyan diguherandin û ji welatê xwe diqewitandin, Osmaniyan li wan xwediti kirin û wiha pê de çû: "Hûn qet şerm nakin? Hûn çiqas bê exlaqin. Wek neviyekê Osmaniyan ez jî bangî we dikim, ew kesên ku li cihûyan xwedîtî kirin û hun parastin, ew kesên ku hun di nav ewlehiyê de jiyandin em in. Ew kesnê ku nijadperestiyê şermezar dikin dîsa em in. Ji vê şûndetir jî kêmnetewe di nav me de bi azadî û hizûrê ve bijîn. Em li dijî zaliman dengê xwe nabirin, em miletekê wisa nînin, em welatkê wisa nînin."
Erdogan li ser tevgera Fethullah Gulen a ku jê re dibeje 'pensilvanya' ji sekinî û wiha got: "Pensîlvanyaya (Fethullah Gulen) ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd ê neçû serdana wî û ew kes ji bo ku pêvajoya çareseriyê sabote bike zehf xebitî. Em jî tiştê ku heq kirine li gor hiqûqê didin çeteya wî ya ku li vir e."
Serokwezîr got ku hin kes ji min dipirsin "Gava ku tu bibî Serokomar têkoşîna li dijî Pensîlvanyayê dê çibe?" û wiha bersiv da: "Heta ku ev cana di vê bedenê min de be, ev têkoşîn hatanî dawiyê dê dewam bike."
Erdogan der barê pêwajoya çareseriyê de jî axivî û wiha pê de çû: " Heke kî, li ku, bi çi awayî ewlehiya me ya neteweyî tehdît bike ew ê li hemberî xwe me bibîne. Tengasiyên ku li pêşiya pêvajoya çareseriyê jî tên rakirin. Serastkirina qanûnî jî hat amadekirin. Qanûna ku me di demên dawiyê derxist bingeha pêvajoyê hê jî xurt dike. Heke hûn piştevaniyê bidin û ji bo Serokomariyê me hilbijêrên Înşallah pêvajo hê jî xurt bibe û bi lez dewam bike."
Erdogan ji bo rûdan û guherînên li Tirkiyeyê çêdibin jî çend mînak da û wiha got:
"Bi dehan sal bû pirtûk dihatin qedexekirin, kilam û sitran hatin qedexekirin. Bi zimanê dayîkî axaftin qedexebû. Meriva nikaribû bigota 'kurd', 'kurdî', ev qedexebûn. Di girtîgehan de dayîkan nikaribûn bi zarên xwe re bi kurdî xeberdana. Lê niha çi bû? Televizyona dewletê 24 saetan weşana kurdî dike. Di televizyon û rayoyan de di ziman û zarvayên din de weşan êdî serbest e. Di zanîngehan de beşên kurdî hatin vekirin. Di xwendegehên taybet de bi du zimanî perwerde mimkûn e. Me dest pê kir navê gund û bajaran bi navê wan ên berê re diguherînin. Bi destê saziyên dewletê çavkaniyên bi kurdî diweşînin. Wezareta Çand û Tûrîzmê kitêba Ehmedê Xanî weşand. Me ji we re gotibû ku kitêba Feqiyê Teyran jî dihat amadekirin, ew jî hat çapkirin."
Erdogan diyar kir ku meala Qurana Kerîm a kurdî jî hat çapkirin û wiha got: "12 salan berê bigotina dê ew pitûkana bi destê dewletê bên çapkirin kê bawer dikir? Em hemû gavên ku biratiya me xurt dikin diavêjin. Em ê vê şûnde jî van gavan bavêjin."