DIYARBEKIR / BATMAN
Malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKê ve hatine revandin û nûnerên hin Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) bertek nîşanî siyasetmedarên HDPyî didin ku çima li hemberî vê meseleyê bêdeng dimînin.
Emîn Toklarê ku li Wanê rûdinê û kurê wî yê 14 salî ji hêla endamên rêxistina terorê ve hatiye revandin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku malbatên mexdûr ên ku wek wî hene.
Toklar got ku ew li Diyarbekirê çalakî li dar xistin lê tu encam jê derneket û di wê demê de 3 caran bi Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş re hevdîtin kir û wiha pê de çû: "Tevlî van hevdîtinan me dîsa zarokên xwe xilas nekirin. Hemû malbat niha li bendê ne ku dewlet alîkariyê bide wan. Rêxistin bi kurdan re şer dike lê kurd hê jî hay ji vê yekê tunene. Li tu derekê dinyayê tuneye ku meriv ewlad ji dê û bavê wî/wê bike. Di dîroka Tirkiyeyê de heta niha mafê herî mezin ên kurdan ji hêla AK Partiyê ve hatin dayîn. Lê HDP û Qendîlê ev yek nenirxandin."
Toklar got ku ew bi xwe jî kurd e lê tevgerên ku rêxistina terorê dike zirarê dide wî, hemû kurdan û hêvî dike ku ev bûyer demildest bi dawî bibin.
Gulcan Kaya ya dayika 9 zarokan a ku 6 meh berê kurê wê ji hêla rêxistinê ve hat birin jî diyar kir ku kurê wê li Antalyayê dixebitî û ji wan re pere dişand lê piştî demekê ji holê winda bû û di lêkolînên ku malbatê kir de derket holê ku ji hêla rêxistina terorê ve kurê wan hatiye revandin.
Kayayê destnîşan kir ku rewşa wan ne baş e û mêrê wê nexweş e û wiha pê de çû: "Ez dixwazim bila kurê min bişînin malê. Bombeyan bi zarokên me ve girêdidin û diteqînin. Kurê min nekujin. Heke kurdbûn ev be ez ne kurd im ez tirk im."
- Berteka SCSyan
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Fikrên Azad û Perwerdehiyê Mûrat Koç bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî di şer û pevçûnan de bikaranîna zarokan qedexe kirine û wiha pê de çû: "Tê zanîn ku PKK zarokan di şer de bi kar tîne lê ev mesele qet nayê rojevê û rêxistinên mafên mirovan di vî warî de qet xebatan nakin."
Serokê Komeleya Çozum Surecî Sivîl Înîsiyatîfî Ercan Ezgîn jî got ku li gor agahiyên bihîstine di dema Pêvajoya Çareseriyê de nêzî 2 hezar kes derketine serê çiya û ji wan nêzî hezarî hê jî 18 salî nînin û wiha dewam kir: "Di karên giran de xebata zarokan qedexe ye û niha rabin qala çeka bidin destê wan, ev yek ji xwe qet nabe. Dema meriv dibîne ev zarok di nav vî şerê hanê de li kûçe, kolan û serê çiya dimirin meriv pir li berê dikeve."