13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê hêzên ewlehiyê yên ku li dijî PKKya rêxistina terorê operasyonê birêve dibin di heman demê de karên ku divê şaredariya navçeyê bike jî dikin.
"Operasyona Polêsê Cangorî Muhammet Onur" a ku li Silopiyê dijî PKKya rêxistina terorê dest pê kiribû dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de hemû navçe ji endamên rêxistinê hatin paqijkirin û zirar û texrîbata gihîşt navçeyê jî hêdî hêdî tê telafîkirin.
Hendekên li ser rêya Mizgefta Hezretî Bîlal a li Taxa Cangorî Harûn Boy a ku endamên PKKê ewder wek baregeh bi kar dianîn ji hêla makîneyên kar ên ku polês dişixûlînin ve tên tijekirin. Ji polêsên ku hendekan tijî dike M.B diyar kir ku ev çend roj in bi endamên rêxistinê re şer dike û piştî vê jî niha hendekan tije dike û barîkatan ra dike.
M.B destnîşan kir ku ekîbên şaredariyê rêyên hatine girtin venakin û barîkatên hatine danîn ji ranakin û wiha dewam kir: "Welatî ji bo ku zêde mexdûr nebin niha polês karên ku divê ekîbên şaredariyê bikin, dike. Em niha ji bo kuçeyan vebikin dixebitin. Di destê me de xarîtayên ku li kê derê barîkat hatine danîn û hendek hatine vekirin hene. Niha li gor planekê em ewilî kolanên sereke ji bo çûn û hatinê vedikin û paşê jî emê kuçeyan vebikin."
Ji hêla din ve hêzên ewlehiyê di destê wan de tevr û bêr ji bo îmhakirina teqemeniyên ku hatine bicihkirin kuçe bi kuçe digerin, cihên teqemenî tê de hene tespît dikin û paşê jî ev teqemenî li gor rêzekê tên îmhakirin.