AGRI
Weqfa Alîkariya Mirovahiyê û Mafên Mirovan (ÎHH) li Elajgirê projeya "Birayekî Sêwî yê Her Polê Heye" da nasîn.
Civîna danasînê li Salona Civînê ya Midûriyeta Perwerdeya Gel a Elajgirê hat lidarxistin, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Ekrem Ugurlu, Kordînatorê Projeyê yê Bajêr Mahmut Gulmez, Serokê Şaxa Egîtîm Bîr Senê yê Navçeyê Erol Îsen, mamoste û rêveberên xwendingehê beşdarî civînê bûn.
Gulmez di civînê da axivî û diyar kir ku li dinyayê ji 200 milyonî zêdetir sêwî hene û her sal 3 milyon kes li van zêde dibin.
Gulmez destnîşan kir ku di sala 2013an da projeya "Birayekî Sêwî yê Her Polê Heye" dan destpêkirin û wiha axivî: "Armanc ew e ku bi vê projeyê bala xwendekaran bikişînin ser mijarê û berpirsiyariya alîkariyê hînî wan bikin. Li ku dera dinyayê dibe bira bibe bi çavekê cuda li sêwiyên hewcedar nanêrin, li gor dîn, ziman, netewe û mezhebê nakevin nav tevgeran. Çi dibe bira bibe li sêwiyan xweyî derdikevin."