ANKARA
Tirkiyeyê bi xebatên xwe yên demokratîk ên di van salên dawîn de di warê mafê welatiyan de mesafeyeke girîng hilda.
Di serdema hikûmetên AK Partiyê yên ku li Tirkiyeyê bi serê xwe 13 salan deshelatiya xwe domandin de di çarçoveya "Projeya Yekîtiya Milî û Biratî"yê ya ku wekî "Hemleyeke mezin a demokratîkbûnê" hat pênasekirin de di warê mafên mirovan de hin reform pêk hatin.
- Dawî li polîtîkayên înkar û bişavtinê anîn
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê di çarçoveya tevdîrên ku hatin hildan de xebatên dawîlêanîna polîtîkayên red, înkar û bişavtina li hemberê nasnameyên nijadî hatin kirin. Bi vî hawî derî li ber axaftin û nîqaşeke zelal a pirsgirêkan vekû.
Hikûmetê di warê guhertina demokratîk, parastina maf û azadiyên bingehîn, rêgeza serdestiya hiqûhê, bihêzkirina civaka sivîl gavên girîng avêtin.
Di vê çarçoveyê de "Rewşa Awarte" (OHAL), Dadgehên Ewlekariya Dewletê û Dadgehên Detûra Taybet hatin rakirin û polîtîkaya "ji êşkenceyê re sifir tolerans" hat meşandin.
- Dadgehkirina biryarên YAŞê
Di nava pêvajoyê de cinayetên faîlê meçhûl ji rojevê hatin derxistin, Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlekariya Milî hat sivîlkirin. Rê li ber dadgehkirina biryarên Şûraya Bilind a Leşkerî (YAŞ) hat vekirin.
- Mafê serîlêdana takekesî ya ji bo Dadgeha Destûrê
Di nava gavên demokratîkbûnê de ji bo parastina maf û hiqûqê welatiya mafê serîlêdana takekesî ya ji bo Dadgeha Destûrê hat pejirandin. Herwisa cara ewil Dezgeha Raçevkirina Qamûyê û Dezgeha Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya serbixwe hatin damezirandin.
- Weşana bi zimanê zikmakî û propagandaya siyasî
Di çarçoveya mafê welatiyan a der barê zimanê herêmî û nijadî de bi destê TRTyê derfeta weşana zimanê zikmakî a 24 saetan pêk hat. Bi vî awayî ji bo radyoyên taybet û têlevîzyonan jî serbestiya weşana zimanê zikmakî hat pejirandin û rê li ber propagandaya siyasî ya bi zimanê zikmakî hat vekirin.