Elif Irmak
20 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2021
Qismekî mezin ê Sûlava Gunpinarê ya li Darendeya navçeya Meletiyê ji ber hewaya sar a li herêmê bi tesîr e, cemed girt.
Piraniya Sûlava Gunpinarê ya ku 8 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye û wekî parka tebîetê ya 243yemîn a Tirkiyeyê hatiye îlankirin ji ber ku li navçeyê germahiya hewayê heta 17 pile ket binê sifirê cemed girt.
Li Sûlava ku her demsal gelek turîstên herêmî û biyanî ziyaret dike piştî ku ava ji 40 mêtro bilindahiyê diherike qerisî li ser tehtan şembelîk çêbûn.
Sûlava qeşa girtî ji bo hezkiriyên wêne û tebîetê hema bêje dîmenên ne kêmî tabloyan derxist holê.
Sûlava Gunpinarê ya ku her demsal ziyaretvanan diezimîne yek ji wan cihan e ku hezkiriyên tebîet û wêneyê gelekî ziyaret dikin.
Ji hêla din va li navenda navçeyê û cihên bilind xebatên avêtina berfê didomin.