Malbata Ebru Yalçina 12 salî ya ku li Diyadîna navçeya Agiriyê xwe darda kiribû îdia kir ku mamosteyê sûcê diziya pirtûkan avêtiye ser wê û ji ber vê qîzikê xwe darda kir.
Ebru Yalçina ku li gundê Taşbasamakê di pola 6an da dixwend li gor îdiayan di 20ê sibatê da êvarê xwe di tewleya malê da darda kir. Yalçin li dewsa bûyerê mir li ser vê yekê malbata wê haya cendirmeyan pê xist. Piştî lêkolînan cinazeya qîzikê xistin merzel.
Xudêda Yalçinê (50) bavê keçikê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Mamosteyê sûcê diziya pirtûkeke ku winda bûye avêtibû ser wê û ji ber vê qîza min xwe darda kir."
Yalçin diyar kir ku roja bûyerê bi Ebruyê ra ji bo alifkirina heywanan çû tewleyê û wiha pê da çû:
"Berx û kidik dan hemêza xwe û paç kir. Bi dilxwezî alîkariya min kir. Qasî nîv saetî em li tewleyê man û ez çûme malê lê ew li wir ma. Birayê wê dema ku çûbû tewlê mêze kiribû ku li ser elbê rûniştiye û difikire. Ji birayê xwe ra gotiye 'tu here ez ê bêm'. Heta demekê nehat, diya wê mereq kir û li tewleyê mêze dike. Dema ku dikeve tewleyê mêze dike ku Ebruyê xwe darda kiriye. Hat malê ji min ra got, ez hatim min mêze kir ku mirî ye."
Yalçinê bavê malbatê destnîşan kir ku pirsgirêkeke wan a malbatî tune û wiha got: "Me berê nizanibû ku çima wiha kir. Paşê hevalên wê qalê kirin ku li xwendingehê pirtûk hatiye dizîn. Mamosteyên wan ketine polê û ji qîza min ra gotine 'te pirtûk dizî'."
Yalçin destnîşan kir ku gilîdar bû û îdia kir ku "qîza wî gelek tundî dîtiye, hatiye vederkirin û berpirsiyarê mirina qîza wî mamoste ye."
Yaprak Yalçina hevala Ebruyê ji diyar kir ku mamosteyan sûcê dizîna 2 pirtûkan avêtin ser Ebruyê lê belê bawer nake ku Ebru tiştekî wiha bike.
Şenol Yalçinê (24) birayê wê jî îdia kir ku xuşka wî ji ber zexta zêde xwe darda kir, mamosteyan sûc avêtine ser xuşka wî û gotine 'te dizî'.
Yalçin got ji xuşka wî ra gotine "Em ê bavê te bidin destê cendirmeyan, te jî bişînin disiplînê û ji dibistanê bavêjin" û wiha pê da çû: "Pir li zora xuşka min çûye û ji kesekî ra tu tiştek negot û xwe darda kir. Hata jê tunebû. Di dema definkirinê da havalên wê gotin. Em gilîdar bûn. Em dixwazin ku rayedar midaxeleyî vê bikin."
Qaymeqamê Diyadînê Hasan Çîçek der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku di 20ê sibatê saet 17.30yî da xeber dane cendimeyan ku keçikekê xwe darda kiriye û li ser vê yekê wezîfedar çûn dewsa bûyerê.