Rayên ku minasebeta 25emîn hilbijartina giştî ya parlementeriyê li Washingtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatin avêtin bi balafira bi terîfe ya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ve şandin Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê di 7ê Hezîranê de wê 25emîn hilbijartina giştî ya parlementeriyê bê kirin û hilbijêrên ku qeyda wan li herêma Washingtonê bûn li balyozxaneyê ray avêtibûn. Çewalên ray tê de bûn bi balafirê ji Tirkiyeyê re şandin.
Serbalyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç û nûnerên sê partiyan jî dema ray tijî çewalan dikirin wek çavdêr amade bûn.
Çewalên tijîray ku hatin morkirin û teslîmî kuryeyên dîplomatîk kirin.
Hat ragihandin ku li Washingtonê nêzî 14 hezar hilbijêr qeydkirî ne û ji wan bi tenê 2 hezar û 396 kesan ray avêt.