Hilbijartinên Giştî yên Parlementeriyê ya Heyama 25an bi dawî bû û ray hatin jimartin. Li gor encamên nefermî AK Partî, CHP, MHP û HDP ketin meclisê.
Saet heta 06.00î 174 hezar û 195 sandoq hatin vekirin û rayên ku tê de bûn hatin jimartin. Di vê hilbijartinê de rêjeya beşdarbûnê ji sedî 86.63 bû.
Li gor rayên hatine jimartin AK Partî ji sedî 40,86, CHP ji sedî 24,96, MHP ji sedî 16,29 û HDP jî 13,12yî ray hildan.
Dîsa li gor encamên nefermî AK Partî 258, CHP 132, MHP 80 û HDP jî 80 parlementer wê bişîne meclisê.
Hûn dikarin rewşa dawîn a hilbijartina parlementoyê ji ser malpera "secim.aa.com.tr"yê bişopînin.