VAN
Waliyê Vanê Aydin Nezîh Dogan ji bo malbatên ku piştî erdhejê di konteyneran de hatibûn bi cih kirin got: "Di demên dawîn de xeberên wekî ku li konteyneran zarokek mir, du zarok mirin derdikevin. Ev xeberên ku li ser malperên civakî tên weşandin, ne rast in û hemû derew in."
Li Wanê 256 malbatên ku piştî erdhejên di 23yê çiriya pêşîn û 9ê çiriya paşîn a 2011an de li konteyneran hatibûn bicihkirin diyar dikin ku hetanî xanî û kar ji bo wan neyên amadekirin ew ê ji konteyneran dernekevin.
Tê gotin ku van malbatên hanê bi piştgiriya hin partiyên siyasî û rêxistinan ve di nav salê de dest bi gireva birçîbûnê kirine û di şert û mercên zivistanê yên bi zehmet de jî hêj çalakiyên xwe didomînin. Pêşniyarên Walîtiya Wanê û şaredariyê jî qebûl nakin.
Walîtiya Wanê jî ji bo malbat şerpeze nebin dest bi hin xebatan kir. Walîtî ji bo piştgiriyê bide ji 256 malbatan, bi 156 malbatan re hevdîtin kir. Niha ji 70yî zêdetir malbat di xaniyên de bi cih kir, kirêya wan dide û hin kesan jî di kar de bi cih kir.
Lê hin malbat hê jî çalakiyên xwe didomînin û daxwaza xwe ya ku "xanî û kar" dubare dikin. Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan ji bo van malbatan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku ev hemû malbat di malên germ de rûnên û wiha dewam kir: "Ez ji malbatên ku pêşniyarên me qebûl kirin re spas dikim. Van welatiyên me dîtin ku dewlet heke sozekî bide lê xwedî derdikeve. Me ji bo kirê alîkarî da wan. Rewşa wan heta ku neguhere em ê alîkariya xwe bidomînin. Di nav van welatiyên me yên ku li konteyneran rûdinên de jî rewşa hin malbatan ne baş e û em dikarin alî wan jî bikin. Lê ez dixwazim ku ew jî vê niyeta me ya baş bibînin û guhê xwe bidine me."
Dogan destnîşan kir, ew ku kesên van malbatên hanê dixapînin lazim e ku bi baldar bin, lewra zehmetiyê malbat û zarokên wan dikşînin. Walî Dogan banga xwe ya ji bo malbatên li konteyneran dimînin dubera kir û wiha got: "Em ji we hez dikin, destê ku em dirêjî we dikin bigrin. Ne hûn ne jî zarokên we bila zehmetiyê nekşînin. Werin di xaniyên baş ên ji bo we hatine çêkirin de rûnên. Em jî alîkariya we bikin."