Bernameya ku armanca wê ew bû ku xwarin, vexwarin, çand û hunera Mûşê li Tirkiyeyê bide nasîn bi eleqeyeke mezin dewam dike û îro bi dawî dibe.
Kesên ku ev bername amade kirin daxuyanî dan nûçegihana AAyê û daxuyandin ku gel eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiyê dane.
Serokê Komeleya Pêşveçûn û Perwerdeya Navçe û Bajarê Mûşê yê Enqereyê Metîn Coşkun daxuyand ku fikra Rojên Danasîna Mûşê ya wî ye û wiha axivî:
"Ev fikra min bû. Bi salane di hişê min de fikreke wiha hebû. Piştî ku ez bûm serokê komeleyê min ev fikrê xwe ji hevalên xwe re got. Gotin ku 'Keko kesê piştgiriyê nede me û em ê tenê bimînin.' Lê min got çi dibe bila bibe, em ê biceribînin. Min telefonê parlementerên me, waliyê me, serokê şaraderiyê me kir û behsa vê fikra xwe kir. Ew jî qanî bûn, alîkariya me kirin û me ev roj li dar xist."
Coşkun ji eleqeya gel kêfxweşiya xwe anî zimên û wiha got: "Me bi çanda xwe, mûzîka xwe, hunermendên xwe, komên xwe yên şanoyê û şirketên taybet ên ji sektorên cuda ve Mûş da nasîn û gel rojên baş derbas kir. Eleqeyeke mezin hat nîşandan û ez ji vê kêfxweş im. Îro roja dawîn e. Di salên pêş me de ji hêla aboriyê ve, ji hêla civak û çandê ve feyda vê dê bigîhîje Mûşê. Ji hêla din ev çalakî bû sedema piştevaniya me."
- "Mûş li Tirkiyeyê bi têra xwe nehatiye nasandin"
Serokê Şaredariya Mûşê Feyat Asya jî daxuyand ku Mûş bi têra xwe nayê nasîn û wiha axivî:
"Mûş şaristaniyeke pir kevn û qedîm e. Lê li Tirkiyeyê bi têra xwe nehatiye nasandin. Ji Komeleya Mûşê ya Enqereyê hatin gotin ku ew dixwazin îsal rojên nasandinê yên Mûşê li Enqereyê li dar bixin. Me jî wek walitî, şaredarî û komeleyên Mûşê piştgirî da û alîkariya wan kir. Hinek tirsên me hebûn ka kêmasiyên me yên hebin an na. Lê paşê me dît ku gelek welatiyên me yên ji Mûşê, Stenbolê, Antalyayê û bajarên din hatin û hevdîtinên gelek xweş çêbûn. Înşallah ew ê bibe wesîleya naskirina jiyana gelê me ka em çi dixwin, çi li xwe dikin, çanda û edetên me çawan in."
Asyayê daxuyand ku heke aştî û rewşeke aram dewam bike li Mûşê û her aliyê Tirkiyeyê ji hêla aboriyê û civakî de pêşveçûnên dewam bikin û wiha got:
Her tişt girêdayî aşitiyê ye. Dema ku çek ker bibin, jiyan tê avakirin, aştî û biratî tê avakirin. Pêvajoya aştiyê gelek girîng e, rûyê her kesî dikene. Niha em dikenin. Dema ku cinaze neyên li Enqereyê, Îzmirê, Mûşê û Diyarbekirê her kes pê bextewar dibe. Em dibêjin pêvajoya aştiyê her bijî û her dewam bike înşallah. Dema ku biratî hebe, ew çax jiyan xweştir e. Her kes destê hevdu digre û dibe sedema bi rehetî, dilxweşî û bextewariyê "
- "Rêya dirêj bi gavekê dest pê dike"
Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Bajarê Mûşê Hayrettîn Çetîn jî li ser girîngiya nasandina bajarê Mûşê kir û wiha axivî: "Me ev bername ji bo naskirina Mûşê amade kir. Bawer im em ji roja ewil pê ve gihîştin armanca xwe. Me çanda Mûşê, xwarin, xurek, lîstikên Mûşê bi mirovan da nasandin. Bi hatina gelê me em kêfxweş bûn, dilê me geş kirin. Xwedê ji wan razî be û em spasiya wan dikin."
Çetîn daxuyand ku piştî van rojên danasînê di nav demê de gelek pêşveçûn dê çêbibin û wiha got:
"Mezinên me gotine rêya dirêj bi gavekê dest pê dike. Piştî van 4 rojan mucîze dê çênebe lê, toximekî rind hat avêtin. Mirovan der barê Mûşê de zêde tişt nizanibûn. Lê niha Mûş kete rojeva wan. Mûş cihekî çawa ne, deşta wê, zozanên wê û ava wê çawa ne, mirovên wê, çanda wê, xwarin û lixwekirinên wê çawa nin êdî mirov bûn xwedî agahî. Yên bi dilekî rehet bên û karên xwe saz bikin an ziyaret bikin. Di nav demê de evê zêdetir bibe înşallah.”