Li Rihaya jimara zarokên ku dikevin para jinekê 4, 39 e û bi vê rêjeyê Rihaya bajarê herî zayok a Tirkiyeyê ye. Hat ragihandin ku bi vê rêjeyê, rêjeya zayokiya Rihayê derket du qatê zayokiya cîhanê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) bi dest xist li Tirkiyeyê jimara zarokên ku dikeve para jinekê di sala 2013an de 2,07 e. Li Rihayê jî rêjeya zayokiyê par 4,39 bû.
Riha bi vê rêjeyê bajarê herî zayok ê Tirkiyeyê ye.
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li gor texmînan di sala 2010-2015an de jimara zarokên ku dikevin para jinên cîhanê wek 2,5 eşkere dike. Dema mirov li van daneyan dinêre mirov dibîne ku rêjeya zayokiya Rihayê du qatê rêjeya zayokiya cîhanê ye.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Zayîn û Nexweşiyên Jinan Eyup Sabrî Şeyhanli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bal kişand ku li nexweşxaneya wan her roj 70 zarok tên dinê.
Şeyhanli got ku par jî bi tevahî 24 hezar zarok hatin dinê û da zanîn ji bo ku li beriya leza zayînê ya li bajêr bê girtin, hewcehiya rêyên curbicur ên çareseriyê hene.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Zarokan a Rihayê Ahmet Guzelçîçek jî got ku her sal tedawiya 120 hezar zarokan dikin.
Guzelçîçek got li nexweşxaneya wan 355 nivîn hene û bi taybetî zivistan têrî nexweşan nake û wiha axivî: "Li bajarê me yê ku rêjeya zêdebûna nifûs gelek e û rêjeya zayînên a salê ji 60 hezarî zêdetir e. Ji sedî 49ê nifûsê bajêr ji zarokan pêk tê. Ev rêje jî teqabulê 850 hezar kesî dike. Li bajêr nexweşxaneyeke zarokan tenê heye û ew jî têrî nexweşan nake."