Meleyê teqawîdbûyî Mihemed Dogan ê ku bi hinceta serokê koma "Tahşiyeyê" hat sûcdarkirin û di operasyona 2010an de 17 mehan di girtîgehê de ma got ku rêxistina paralel ew mexdûr kir.
Navê Mele Mihemedê 70 salî di operasyona rêxistina paralel a ku navenda wê Stenbol e de hat rojevê. Mele Mihemed li mala xwe ya Mûşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û behsa girtina xwe ya 2010an kir.
Dogan got ku ew di sala 2010an de bi serokatiya rêxistinê hatiye sûcdarkirin û 17 mehan di girtîgehê de maye.
Dogan got ku wî di berhema xwe ya bi navê "Rumuzûl Qur'an"ê de gotina Fethullah Gulen a ku dibêje "sergirtin fûruat e" rexne kiriye û li ser vê rêxistina paralel ew hedef girt û wiha axivî:
"Hat gotin ku sergirtin fûruat e. Me ev mesele bi Rîsaleya Sergirtinê ya Bedîuzzeman û ayetên din ve îzah kir û me bi awayekî baş îspat kir. Bawerkirin cuda ye, emelkirin cuda ye. Heke hûnê serê xwe negrin ew tiştekî din e, lê sergirtin mecburî ye. Dema ku me ev tişt nivîsin ji nişkê ve maşeyên wê rêxistina veşartî -ne yek in- li hev civiyan û em xistin dafikê."
-"Cimeatan zekat û sedeqe wek xenîmet xistine para xwe"
Dogan got ku zekat heqê hemû feqîran e, lê hin cimeatan zekat û sedeqe wek xenîmet xistine para xwe û wiha axivî:
"Min got ev heram e. Heke ku min xetayek kiribe, min li hember beşer xeta kiriye. Heke min di pirtûkên xwe de bi nezanî xetayek kiribe, ez efûya xwe ji Xwedê dixwazim. Înşallah min ayetên Qur'anê parastine. Ez hemû cezayan razî me. Lewra parastina heqê Qur'anê, parastina heqê feqîr û xizanan ji her tiştî girîngtir e."
- "Maşe bila tobe bikin"
Dogan got ku çavê wî nabînin û nexweşiya MSyê bi wî re heye û bi bîr anî ku ew di 67 saliya xwe de hat girtin û wiha dewam kir:
"Di dawiya emrê min de destê min kelepçe kirin. Em maşeyan nas nakin. Yên ku em avêtin girtîgehê ew cemiyeta ku veşartî ye. Maşe bila sûcên xwe îtiraf bikin, tobe bikin û rûnên. Dînê heq qebûl bikin. Dema ku ez ketim girtîgehê dilê min ji bo wan şewitî. Heke şerm nebûya ez ê li ber wan bigiriyama. Min digot "Ya Rebbî ev misilman in, xapiyane, wê min bikin girtîgehê. Tu wan ji felaketê xilas bikî." Min ji bo dozger jî ev dia kir. Di girtîgehê de bi hin bombeyan ve em sûcdar kirin. Rapora dadê ya tipê hat û şoptiliyên 3 polêsan derket. Tu eleqeya min bi van bombeyan re tune. Ez wê malê nizanim û xwediyê wê jî nas nakim. Hûn halê kalekî 67 salî, yê ku çavê wî nabînin, nexweşiya MSê bi wî re heye, nikare bimeşe re çi dibêjin? Sûcê min çi ye? Min çi kiriye?"
Dogan got ku dema ew hat girtin wî tu carî ji kesên ku ew girtine re nifir nekiriye û wiha axivî: "Heke dozger û rayedarên ku ez avêtim girtîgehê tobe bikin, xetayên xwe qebûl bikin û Qu'ana Pîroz biparêzin ez heqê xwe li wan helal dikim."