Ahmet Aydın
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Sala koçî ya 1442yan îro piştî mexribê bi aavbûna rojê re destpêkir.
Koçkirina Mihemed pêxember ji Mekehê bo Medînê, di alema îslamê de weke sersala salnameya koçî tê qebûlkirin. Li gorî hesabkirina wextan a Serokatiya Lijneya Bilind a Karûbarê Dînî ya Serokatiya Karûbarê Diyanetê, yekemîn roja meha miheremê ku weke yekem meha salnameya koçî tê qebûlkirin vê êvarê avabûna rojê destpê kir.
Hîlala ku îsal destpêka meha miheremê dide zanîn dê pêşî ji rojhilatê parzemîna Asyayê ve xuya bibe.
Endamê Serokatiya Lijneya Bilind a Karûbarê Dînî ya Serokatiya Karûbarê Diyanetê Mehmet Kapukaya derbarê vê mijarê de agahî dan nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li gorî salnameya koçî, pêşî şev dûv ra roj tê û ji ber vê, şeva ku çarşembê bi pêncşembê ve girê dide yekemîn şeva sala koçî ye.
Kapukaya wiha pê de çû:
"19ê tebaxê roja çarşembê li gorî dema Greenwichê saet 02.42yan îctîma (kombûn), di heman rojê de li gorî dema Greenwichê saet 14.14an dê ruyet (dîtin) çêbibe û hîlala ku hatina meha miheremê dide zanîn dê pêşî ji rojhilatê parzemîna Asyayê ve xuya bibe. Adina rojê jî dê yekem roja miheremê be."