Şaredariya Agiriyê di meha remezanê de her roj fitarê dide 500 kesî.
Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik li ber derê kona fitarê ya ku li otoparka şaredariyê hatiye avakirin daxuyanî da nûçegihanan û got ku ew di meha remezanê de nanê xwe bi gel re parve dikin.
Sakik wiha axivî: "Agirî bajarekî birûmet e. Ya ku dikeve li ser milê me jî ew e ku em nanê xwe bi gelê xwe re parve bikin, derdê wan û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji bo vê jî em wiha tevdigerin. Yanî Kêm zêde em vê dikin. Hêvî dikim ku ew kêfxweş bibin. Dema em bi wan re ne em jî kêfxweş dibin. Di remezanê de xebatên me yê bidomin. Xwezî derfetên me zêde bibûya û me zêdetir tişt bikira. Em spasiya her kesî dikin ku bi me re fitara xwe vedikin."