Fecri Barlık
04 Sibat 2023•Rojanekirin: 05 Sibat 2023
Şaredariya Sêrtê ragihand ku îdia û parvekirinên Wekîlseroka Komê ya HDPyê û Parlementera Sêrtê Meral Daniş Beştaşê dûrî rastiyê ne.
Di daxuyaniya Şaredariya Sêrtê de hat destnîşankirin ku bi mebesta agahîdayina kamûyê, pêwîstî bi daxuyaniyê hat dîtin.
Di daxuyaniyê de der barê parvekirina Beştaşê ya li ser medyaya civakî û afaxftina wê ya "derew û bêbextî" ya li Lijneya Giştî ya TBMMê ya der heqê Şaredariya Sêrtê de ku şaredarê wê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û wezîfedarkirin lê hatibû kirin, agahî hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema di navbera 11ê nîsana 2019an heta 15ê gulana 2020an ku li Şaredariyê rêveberiya HDPyê serkar bû, 159 kes di ser Şirketa Anonîm a Personelan a Şaredariya Sêrtê re hildane kar.
Daxuyanî wiha domiya:
"Peymana kar a 53 kesên ku Rêveberiya Şaredariya HDPê tevî Komîsyona Nirxandinê ya Wîlayetêya Walîtiya Sêrtê gotibû neyênî ye û hildabûn kar, hat fesixkirin. 106 kesên mayî jî li ser karê xwe berdewam in. Hildana kar di Şaredariya Sêrtê de halê hazir di çarçoveya mewzûetê de û li gorî raçavkirina budceya Şaredariyê û pêwîstiyê tê kirin.
Her wiha ji bo projeyên ku ji xizmeta gel re hatin pêşkêşkirin 613 milyon û 412 hezar lire hat xerckirin. Ji serdema rêveberiya şaredariyê ya HDPê ve 100 milyon û 8 hezar lire deynê kamûyê û 5 milyon û 906 hezar lire jî deynê piyaseyê, bi giştî 105 milyon û 914 hezar lire deyn dewr hat sitendin û ew deyn hatin qedandin.
Her wiha îdiayên der barê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Wîlayetê Hifzullah Canpolatê ku wekaletan Alîlkartiya Şaredarê Sêrtê dike, ji rastiyê dûr in, tu binema û belgeyên wê tunene."