30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
AGIRÎ
Li Tutaxa navçeya Agiriyê di encama operasyonekê da Şaredarê Tutaxê yê DBPyî Firat Ozturk û 2 kesên din hatin girtin.
Ji aliyê ekîbên Fermandariya Cendirmeya Tutaxê va 23ê çileyê operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê da 15 kes ku di nav wan da Şaredarê Tutaxê yê DBPyî Firat Ozturk jî hebû hatibûn binçavkirin.
Piştî karûbarê edliyeyê ji wan 15 kesan, Şaredar Ozturk, C.B û R.Y bi îdiaya "piştevanî û alîkariya rêxistina terorê" hatin girtin.
Karûbarê gumanbarên mayî didomin.