MARDÎN (AA) - Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di jêpirsîna ku ji bo daxuyaniya "qaşo xweserbûnê" hatibû destpêkirin de, Seroka navçeyê ya HDPyê Sabîha Gunduz û 2 kesên din hatin girtin.
Piştî ku Meclîsa Bajêr a ku ji hêla Şaredariya Nisêbînê, Partiya Herêmên Demokratîk û hin saziyên civakî yên sîvîl ve hatiye avakirin, di 9ê tebaxê de daxuyaniya "qaşo xweserîbûnê" da , dozgeriyê der barê bûyerê de jêpirsîn vekir. Li gor jêpîrsînê Seroka navçeyê ya HDPyê Sabîha Gunduz, Serokê MEYA-DERê Salîh Cebe û ji rêvebirên DBPyê Erhan Dînç û Ramazan Artan hatin binçavkirin.
Ji van kesên ku hatin binçavkirin, jê Gunduz, Cebe û Dînç hatin girtin û Artan jî bi şerta kontrola adlî ve serbest hat berdan.