Mümin Altaş
01 Mijdar 2023•Rojanekirin: 02 Mijdar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi mbesta beşdariya 10emîn Lûtkeya Teşkîlata Dewletên Tirkî dê sibe biçe Qazaxistanê.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê Edogan dê 2-3yê mijdarê li Astanayê beşdarî lûtkeya ku bi mijara "Dewra Tirkî" tê lidarxistin, bibe.
Lûtkeya ku dê serokatiya serdemê ya teşkîlatê ji Ozbekistanê dewrî Qazaxistanê bibe, ewê serek li ser mijara geşepêdana hevkariyê di bin banê teşkîlatê de, gotûbêjê bikin.
Serokomar Erdogan dê di rûniştina 3yê mijdarê de gotarekê pêşkêşî beşdaran bike.
Herwiha tê çaverêkirin ku Erdogan hevdîtinên dualî jî li dar bixe.