27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Gulsum Demira xanima Fehmî Demirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mafan (HAK-PAR) yê ku li Mêrsînê di qezaya trafîkê de mir û Arîf Sevînçê Arîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê kir û sersaxî da wan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan duh telefonî Gulsum Demira xanima Fehmî Demir û Arîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Arîf Sevînç kir û sersaxî da wan.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan gotiye ku ji ber mirina Demir xemgîn e û sersaxî da malbata merhûm, hezkiriyên wî û camîeya HAK-PARê.