Serokomarê KKTCyê Mustafa Akinci ji bo ku hin hevdîtinên fermî bike hat Enqereyê.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Alîkarê Waliyê Enqereyê Mehmet Alî Ulutaş li balafirgeha Esenbogayê Akinci pêşwazî kirin.
Mustafa Akinci piştî ku wek Serokomar hat hilbijartin ji bo ziyareta xwe ya fermî ewil hat Tirkiyeyê.
Akinci wê Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bê bal hev û wê herin ziyareta Anitkabîrê.
Pişt re Akinci û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê li Qesra Serokomariyê hevdîtinê bikin. Erdogan û Akinci wê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar bixin. Erdogan û Akinci wê êvarê bi hev re xwarinê bixwin.