IGDIR
Şervana YPGyî ya ku di teqîna teqemeniyê da mir, li Îdirê hat definkirin.
Li gor agahiyan Dîlan Abay (25) ji ber teqemeniya DÎŞIyê ku li Kobanêyê bi cî kiribû, di dema îmhekirina teqemeniyê da mir. Li ser daxwaza malbata Abayê cinaze ji ciyê ku defin kiribûn derxistin û anîn Tirkiyeyê.
Cinazê Abayê pêşiyê şandin Diyarbekirê û piştî otopsiyê bi ambulansê birin Îdirê.
Cinaze li gundê Têcîrliyê defin kirin.
Rayedarên HDP û DBPyê û xizmên Abayê beşdarî merasima cinaze bûn.