28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
HELEB
Li bakurê Sûriyeyê Ceyş es-Suwara ku bi PYDyê ra hereket dike, li bakurê Helebê êrîşî gundê Teneba di destê mixalifan da kir û di nav da jin û zarok 20 kes kuşt.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, Ceyş es-Suwara (Artêşa Şoreşê) ku li Efrîn û Kobanêyê bi PYDyê ra hereket dike êrîşî gundê Teneba di destê mixalifan da kir û di nav da jin û zarok 20 kes kuşt.
Fermandarê operasyona Helebê Yaser Evdirehîm wiha got:
"Artêşa Şoreşê êrîşî Tenebê kir û di nav da jin û zarok 20 kes kuştin."
Evdirehîm diyar kir ku yekîneyên mixalif ên girêdayî operasyona Mareyê Teneb ji destê Artêşa Şoreşê derxist.