Şaredariya Mezin a Şanliurfayê, Qeymeqamiya Akçakaleyê, Serokatiya Bajêr a AK Partiyê, Şaredariya Akçakaleyê û saziyên civakî yên sivîl alîkarî didin sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê.
Sûriyeyî niha di garaja tiran a berê ya Şaredariya Akçakaleyê dimînin.
Şaredariya Mezin, li herêmê demeke berê navendeke xwarinê vekir û li wir serê sibê şorbê çêdike û li malbatên sûriyeyî belav dike.
Mûrat Mujdeciyê Midûrê Şaxa Alîkariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew alîkarî didin malbatên sûriyeyî yên li herêmê.
Mujdecî wiha got: "Em serê sibehan li penaberên mexdûr şorbê belav dikin. Ji aliyê din ve nivîn û betanî jî didin yên mihtac."
Saît Zîgeyrê sûriyeyî got ku gelê Tirk alîkariyê dide wan, ew ji gelê Tirk re sipas dikin.