İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Hevdîtina Roja Jinan ya Dinyayê" ya ku li Navenda Kongreya Halîçê hat lidarxistin bû û li vir axivî. Erdogan Roja Jinên Tirkiyeyê û Dinyayê pîroz kir.
Serokomar Erdogan li ser şideta jinê sekinî û wiha got: "Li ser şideta jinê an jî di şideta li ser jinê de xasma di cinayetan de ji bo daxistina ceza pirbaldarbûn divê. Ji bo vê di her saziyê de, di her astê de xebatên perwerdeyê tên kirin. Ez bawer dikim ku wê di heyama pêşiya me de pir baldar û xesas bibin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew piştgirê xebatên li dijî şideta li ser jinê ye û wiha axivî: "Ez ji hemû jinên me re, hemû Tirkiyeyê re dixwazim vê îlan bikim, dinyayê re vê îlan bikim: Ez wek Serokomar ji bo jinan çi qas xebatên li dijî şideta jinê hebin, ez ligel wan xebata me û piştgiriyê didim."
Serokomar Erdogan got: "Hûn dizanin ku ez hin mijaran dişopînim. Ji bo tiştên ku zirarê didin têkoşîn tê dayîn, mesela cixare yek ji van e ku ez dişopînim. Ji bilî vê ez ê êdî şideta li ser jinê jî bişopînim. Ji bo vê wezareta me û saziyên civaka sivîl xebatan dimeşînin, ez ê bi taybetî ekîbekê çêkim û van mijaran bişopînim."