BAYKONUR
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan diyar kir ku peyka TURKSAT 4Ayê ya ku duh bi şev ji Baregeha Fezayî ya Baykonûr a ku li Kazakistanê şandibûn fezayê sinyala ewilîn hat hildan. Sinyala ewilîn di saet 8.30yî de li îstasyona Gnangaraya Awistralyayê hat hildan.
Wezîr Elvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku TURKSAT 4Aya peyka Tirkiyeyê ya 5emîn, 5 deqîqê û 47 saniye piştî şandinê ji atmosferê derket.
Elvan destnîşan kir ku 9 deqîqe û 13 saniyê piştî şandinê peyk ji rokêtê qetiyaye û wiha got: "Peyk 9 deqîqe û 13 saniye piştî şandinê ji rokêtê qetiya û ewa jî tê mena serkeftina şandinê. Piştî qetandinê peykê baskên xwe vekir û li dora dinyayê dest bi gerê kir. Baskên peykê ronahiya tavê vedigerîne ceyranê û wisa dixebite."
Elvan eşkere kir ku ji TURKSAT 4Ayê sinyala ewilîn di saet 8.30yî de li îstasyona Gnangaraya Awistralyayê hat hildan û wiha axivî:
"Em ji bo pêşeroja welêt sermayeke mezin datînin. Herdu peykên me li ser me bi milyarek û 200 milyon lîreyî bûn mal."
Elvan diyar kir ku peyk ji îstanyonên Tirkiye, Afrîqa, Awistralya, Japonya, Îtalya û Kanadayê tên îdarekirin û di 24ê sibatê de dê li 50 pîleyê hevêrkê hevraz ê rojhilatê bê cihkirin û dest bi weşanên ceribandinê bike.