ANKARA
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV), ji 500 malbatên tirkmen ên ku ji ber şerê navxweyî û aloziyên li Iraqê, mecbûr man malê xwe biterikînin û xwe bispêrin Kerkûkê re alîkarî şand.
TDVya ku par jî 113 hezar dolar alîkarî dabû 500 malbatên tirkmen ên li Kerkûkê, îsal jî li malbatan firinên nan û arvan belav kir.
Midûrê Giştî yê TDVyê Îsmaîl Palakoglu Midûrê Giştî yê TDVyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan ji tirkmenên mexdûr re alîkarî şand.
Palakoglu destnîşan kir ku şerê navxweyî yê li Iraqê berdewam dike, di şer de milyonek însan mirin û bi qasî yên ku mirin jî mecbûr man ku koç bikin û wiha pê de çû: "Li herêmê bi hezaran însan mirin, seqet bûn, niha gelek jinebî, mêrebî û zarokên sêwî hene. Perwerdeya gelek xwendekaran nîvco ma û gelek însan jî bûn koçer. Ev hemû bermayiyên şer in. Niha li Kerkûkê jî di nav de tirkmen jî gelek penaber hene."
Ewê nanê xwe çêkin
Palakoglu got ku şert û mercên penaberan zehf giran in û diyar kir ku wan li malbatan firnên nan belavkirin da ku karibin êdî nanê xwe ew bixwe çêbikin.
Midûrê Giştî yê TDVyê Îsmaîl Palakoglu got: "Me firin û arvanê ku weqfa me temîn kir, ji malbatên penaber ên tirkmen re şandin."