TBMM
Serokê Meclisê Cemîl Çîçek êrîşên li ser avahiyên HDPê yên Edene û Mêrsînê şermezar kir.
Çîçek daxuyaniya nivîskî da û got ku van rojana hem êrîşî parlementeran hem êrîşî avahiyên partiyan dikin û ev jî balê dikşîne.
Çîçek destnîşan kir, bi nêzîkbûna hilbijartinê ve êrîş tên kirin û raya giştî jî van êrîşan dişopîne û wiha dewam kir: "Mebesta van êrîşan ew e ku tansiyona siyasî rake û ev êrîş li dijî aştiya civatê provoksayon in. Ez bawer dikim ku kesên van êrîşan dikin wê di demeke nêz de werin girtin û cezayê xwe bikşînin."
Çîçek destnîşan kir, ew kesên ku ev êrîş kirin bi tundî şermezar dike û got ku daxwaza wî ew e ku careke din provokasyonên bi vî rengî neyên kirin.