Li gorî agahiyên ku peyamnerên AAyê peyda kir, tankêra LPG barkirî ya ku plaqeya wê û nasnameya ajotvanê wê hê jî nediyar e, li ser 90emîn kîlomêtreya rêya Diyarbekir-Bîngolê welgeriya.
Tankêra ku agir pê girt, qasek şûnde teqiya û agirê wê pekiya du otobusên rêwiyan û hin wesayîtên din ên ku wê çaxê di rê de derbas dibûn û di encamê de zidetirî 50 kes birîndar bûn.
Ji bo ku birîndaran bibe nexweşxaneyan helîkoptêrek û ji Diyarbekir û Liceyê jî çend ambulans şandin cihê bûyerê.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licêyê û hin nexweşxaneyên din ên li Diyarbekirê. Ji aliyekî din, hat ragihandin ku ji ber qezayê rêya Diyarbekir-Bîngolê ji trafîkê re girtin.