29 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ANKARA
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, ji 7ê hezîranê vir ve, di êrîşên terorî de 4 xebatkarên tendûristiyê cangorî bûn.
Kordînatoriya Dîplomasiyê ya Kamuyê, bîlançoya êrîşên terorî yên ji 7 hezîranê vir va tên kirin, eşkere kir.
Li gor daneyan, rêxistina terorê li herêmê êrîş birin ser ambulansan jî û ji ber vê yekê him wesayit him jî gelê herêmê zerar dît. Ji Şirnex, Diyarbekir, Agirî, Wan, Mûş, Erzirom, Bîngol û Bidlîsê 923 kesî ji bo alîkariyê bangî ambulansan kir; lê ji ber êrîşên terorî ambulans negihiştin nexweşan.
- 4 xebatkarên tendûristiyê cangorî bûn
Di êrîşên PKKya rêxistina terorê de, 4 xebatkarên tendûristiyê cangorî bûn. Karmendê tendûristiyê Eyup Ergîn li Şirnexê (27ê tebaxê), Dr. Abdullah Bîrogul û dermanfiroş Yûnûs Koca li Diyarbekirê (31ê tebaxê), ajovanê ambulansê Şeyhmûs Dûrsûn li Beytuşebaba navçeya Şirnexê cangorî bûn.
- Bi darêzorê tedawî dan kirin
Li gor daneyên Wezareta Tendûristiyê, 21 xebatkarên tendûristiyê bi destê rêxistina terorê hatin revandin û bi darêzorê bi wan birîn dan pêçandin û dermankirin. Herwiha endamên rêxistinê wêneya 3 xebatkaran girt û gef li wan xwarin.
- Li Cizîrê kemîn danîn
Li Cizîrê dema ku 8 roj derketina derva hatibû qedexekirin, ji herêmê 251 îxbarên alîkariya acil hatin navenda 112 servîsa acil. Lê ji ber xendekên bibombe û barîkatên ku rêxistina terorê li ser rêyan danî bûn, ekîbên servîsa acil negihiştin kesên ku alîkarî xwestin.
- Li xebatkarên tendûristiyê gef xwarin
Li Şirnexê, di 5ê îlonê de terorîstan rêya ambulansekê birî, xebatkarên tendûristiyê yên tê de bi darê zorê birin malekê û li vir dîsa bi darêzorê birîna birîndarekî dan pêçandin û dermankirin. Terorîstan wêneya ajovanê ambulansê û xebatkarê tendûristiyê girt û ew piştre serbest berdan.