ANKARA
Nûnerê Tirkiye û Kordînatorê Eniya Tirkmenên Iraqê Hîcran Kazanci daxuyand ku hin kes îdia dikin ku 'Tirkiye alîkariya tirkmenan nake, ew van îdiayan ji bo ku hikûmetê an saziyên dewletê aciz bikin bi kar tînin', lê ev îdiayên kiret in û nayên qebûlkirin.
Hîcran Kazanci der barê bûyerên dawîn ên li Iraqê û rewşa tirkmenan de daxuyanî da nûçegîhanê AAyê.
Kazanci daxuyand ku ji ber êrîşên dawîn ên DÎŞIyê qasî 200 hezar tirkmenan malên xwe terikandin û di kampan de dijîn.
Kazanci got ku di vê pêvajoyê de bi tenê Tirkiyeyê alîkariya tirkmenan kiriye û wiha axivî: "Xeynî alîkariyên li Iraqê yên ku bi awayekî zehmet têne kirin, saziyên Tirkiyeyê yên wek AFAD, Heyva Sor û ÎHH jî alîkariyan dikin û ev hemû bi alîkariya hikûmetê ve tên organîzekirin."
Kazanci got ku referanduma 2005an a li Kerkûkê bi zora Tirkiyeyê ve çêbû û ji bo xêra tirkmenan çi hebe hemû bi saya Tirkiyeyê çêbû.
Kazanci diyar kir ku ji hêla siyasî ve Tirkiye her tim li cem tirkmenan e û hin alî îdia dikin ku Tirkiye alîkariya tirkmenan nake. Yên ku van îdiayan dikin dixwazin ku hikûmetê an jî saziyên dewletê aciz bikin.
Kazanci wiha axivî: "Ev îdia, îdiayên kiret in û nayên qebûlkirin. Berpirsyarê herî zêde ji bo tirkmenan xebitî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ye."
"Divê statuya Kerkûkê taybet be"
Kazanci got ku li Iraqa ku perçebûyî ji bo tirkmenan bi tenê rêyek heye ku li ser xwe bimînin. Ev rê jî li herêmên ku dijîn tifaqên dubend an sêalî ava bikin û wiha axivî:
"Li Iraqê ji sala 1921an vir ve di zagonê de herêma Kurdistanê heye. Lê sînorên vê herêmê girîng in. Hin kes hewl didin ku fireh bikin, her derê bixin nav vir. Ev normal e, lê bi rêyên siyasî ve dikarin bên berterefkirin. Îro li Iraqê polîtîkayên fermandayînê tune. Li herêma Kurdistanê îstiqrar û hêla aboriyê ve refah heye. Sedema vê jî îstiqrara siyasî ye."
Kazanci got ku pirsgirêka Kerkûkê ancax bi statuyeke taybet ve dikare bê çareserkirin û divê Kerkûkê hikûmeta navendî an jî Herêma Kurdistana Iraqê ve girê nedin.