01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin piştî civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berpirsiyarê Parastina Qeterê Xalid Bîn El-Atiyye ya ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivand.
Kalin bi bîr xist ku Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî Lûtkeya G-20î bibe ew ê here Almanyayê.
Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê qrîza di navbera Qeter û welatên ereban yên din da got, "Em bawer in ew ê encameke baş derkeve. Do Serokomarê me bi Trump ra li ser telefonê axivî û gelek serokên welatên Ewropayê daxuyanî dan. Li Kendavê jî niha Emîrê Kuweytê dixebite. Wekî em van hemûyan tînin berhev, ji bo encameke erênî û baş em bi dest bixin lazim e em xîreta xwe bidomînin. Em niha wisa difikirin."
Berdevk Kalin der heqê êrîşên PYD/YPGyê yên ji Efrînê hatin kirin da wiha got: "Ji bo ewlehî û parastina sînorên xwe tevdîrên hewce dikin, çawa ku me heta îro hildabe em ê dîsa hildin. Ji Sûriyeyê û yan jî dereke din heke tehdîd û gef ji Tirkiyeyê ra bên, ev dibe ji DEAŞ, PKK an jî YPG be, ji kîjan rêxistina terorê bê Tirkiye bersivên hewce dikin ew ê demildest bide."