Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Trena Çînê ya ku ji ser Qersê ra hat Tirkiyeyê ji Marmarayê ra derbas bû û çû Ewropayê. Bi vê cara ewil treneke bar ji Marmarayê ra derbas bû.
Trena Chîna Raîlway Expressê ji Şîana bajarê Çînê bi rê ket û ji ser Qersê ra derbasî Tirkiyeyê bû.
Tren gihişt Enqereyê û ji wir jî derbasî Stenbolê bû.
Tren ji Uskudarê ji ser Marmarayê ra derbasî Sîrkeciyê bû û ji wir hat rawestgeha Zeytînburnuyê.
Trena Çînê ji 42 konteyneran pêk tê û bi qasî 820 mêtroyî dirêj e derbasî Ewropayê bû.
Bi vê derbasbûnê cara ewil treneke bar ji Marmarayê derbas bû û çû Ewropayê.
Tren wê ji ser 2 qita, 10 welat û 2 behran ra derbas be û biçe Praga bajarê Çekyayê.
Li gor texmînan tren wê 11 hezar û 483 kîlometre rê biçe û piştî 12 rojan wê bigihêje bajarê Pragê.
Trena Çînê ji Ahilkelekê ket nav sînorê Tirkiyeyê û pişra ji Qers, Erzirom, Sêwas, Qeyserî, Kirikkale, Enqere, Eskîşehir û ji Kocaeliyê ra derbas bû û gihişt Stenbolê. Trên wê ji Edîrneyê derkeve û ber bi Bulxaristanê rêwitiya xwe bidomîne.