Önder Beyter
21 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
TRT World Forum 2019 ku ev cara sêyemîn e tê lidarxistin da ku pêşeng û pêşîkêşên hizr û ramanê yên kurewî bîne cem hev ku ji bo kêşeyên berdest, çandî, polîtîk, aborî û civakî yên li dinyayê li çareyên kurewî bigerin, dest pê kir.
Foruma ku bi rûniştina taybet ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu mêvan e va dest pê kir, dê bi temaya "Krîza Kurewîbûnê: Rîsk û Firsend" va li Navenda Kongreyê ya Stenbolê du rojan dewam bike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî dê li TRT World Forumê di rûniştina taybet a bi sernavê "Di Globalbûnê da Rawestan: Rengvedanên Pergala Dinyayê" da xîtab bike.
TRT World Forum ku li ser kêşeyên herî girîng ên kurewî yên îro hûr dibe, ji çarheqalê dinyayê çêkerên polîtîkayê, pisporên bijarte, karsaz, kesayetên navdar, rojnameger, akademîsyen û aktîvîstan li Stenbolê tîne cem hev.
Sernavên rûniştinên ku dê mijarên têkildarê hemû dinyayê yên siyasî, aborî û civakî werin nîqaşkirin, wiha ne:
"Li Dinyaya ku Kurewî Dibe Polîtîkayên Nasnameyê, Ji bo Hêzên ku Xurt Dibin Asoyên Nû: Milmilane an Hevkarî? Li Xeta Agirîn NATO: Gefên Ewlekariyê yên Nû, Rûyê Nû yê Terorê: Rasta Turndrev, Mezinbûna Berfireh: Cardin li Dîplomasiya Însanî Temaşekirin, Lı Rojhilata Navîn Hevsengiyên ku Diguherin û Hevkariya Herêmî, Cinayeta Cemal Kaşikçi: Ma Rengvedaneke Jeopolîtîka Herêmî ye? Birêvabirina Bihêz: Krîza Penaberan û Ewropa, Ji bo Yekîtiya Ewropayê Gelo Destpêka Dawiyê ye?"