Nihat Kavşut
19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê biryara Amerîkayê ya ji bona cî û warên Cihûyan yên dereqanûnî da got ku tu dewlet di ser hiqûqa navneteweyî ra nîne.
Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got: "Tu dewlet di ser hiqûqa navneteweyî ra nîne. Daxuyaniyên ku bi hişmendiya min kir û wê bibe tên dayîn jî li gor hiqûqa navneteweyî derbas nabin."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo duh bi şev destnîşan kiribû li Şerîaya Rojava ku dagirkirî ye cî û warên Cihûyan êdî wek dereqanûnî qebûl nakin.
Pompeo destnîşan kiribû ku wek rêvebiriya Donald Trump li Şerîaya Rojava der barê cî û warên Cihûyan da polîtîkaya dema Barack Obama guherandine û gotibû ku helwesta Amerîkayê ku demeke dirêj e ji bona geşedanên li Şerîaya Rojava dimeşîne feydeyê nade aştiyê.
Mîke Pompeo diyar kiribû ku rêvebiriya Jimmy Carterê Serokê Amerîkayê yê 39emîn sala 1978an da diparast ku cî û warên Îsraîlê dijî hiqûqa navneteweyî ne, lê rêvebiriya Ronald Reaganê Serokê Amerîkayê yê 40emîn dijî vê derdiket.