25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Tunela Sirûcê, li Tirkiyeyê ya herî dirêj û li dinyayê jî 5emîn tunela dirêj e. Bi saya vê tunelê dilê cotkaran xweş bû.
Tunela Sirûcê ya ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê ve di çarçoveya "Projeya Avdana Deştên Sirûcê" ve hat çêkirin, 17 hezar û 185 mêtro dirêj e û berahiya wê jî 7 mêtro ye. Bi vê xusûsiyetê va dirêjtirîn tunela Tirkiyeyê ye û li dinyayê jî 5emîn tunela dirêj e. Di gulana borî pê va ji tunelê av dan zeviyan.
Bi saya tunela ku ava Bendava Ataturk digehîne Deşta Sirûcê, armanc ew e ku 950 hezar û 970 dekar erd were avdan, lê a niha weke pêşîn 400 hezar dekar erd gihîşt avê. Deşta ku berê wekî kirê pûş û pelaşan xuya dikir niha bi xêra avê şîn bûye.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Sirûcê Mehmet Mûrat Yahlîzade di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku hesretmayîna 30 salî ya avê ya li Deşta Sirûcê bi saya tunelê va bidawî bû.
Yahlîzade bal kişand ku beriya niha cotkar û ciwan ji bo ku pere qazanc bikin û ji ber hişkayiya axê berê xwe didan dervayê bajêr û wiha dewam kir, "Ava ku nîşaneya pêşketina mirovan e û şaristaniyê jî bêtir xurt dike, hat Deşta Sirûcê û êdî li vir jî av diherike. Mirovên me êdî avê zêde zêde bi kar tînin. Zarokên me ji bo xebatê êdî naçin dervayê bajêr, dest ji dibistana xwe nakêşînin û cahil namînin. Di dibistana xwe da dixwînin."
Yahlîzade diyar kir ku bi milyonan pere hat xerckirin û wisa ava binê erdê hat navçeyê û ji bo vê jî xelkê bajêr pir kêfxweş e û wiha got:
"Beriya avdanê, bi ava binê erdê va 14 hezar dekar ax dikat avdanê. Lê niha 400 hezar derkar ax tê avdan. Li navçeya me bi xêra avdanê tevî pembû, gilgil, nane, tivir, gizêr, fasulyeyê şîn û hişk, sîr û gelek berhemên din êdî tên çandin. Tê plankirin ku eraziyê mayî di nava çend mehan werin avdan. Anku di heyama pêşiya me da li Sirûcê devereke bêav dê nemîne."
"Axa me ji nû va vejiya"
Cotkar Engîn Şîmşek jî destnîşan kir ku beriya niha ji ber hişkayiyê axa wan diterikî û wiha pê da çû, "Lê aniha her der şîn e. Ji 1996an vir de me hewl dida ku em axa xwe bi ava bîran avdin. Axa me bi hatina avê va ji vû va vejiya. Mîna vejîna mirovekî mirî, axa me jî vejiya. Vê gavê bi hatina avê va ez 200 donim zeviya xwe cara duduyan diçinim. Min 10 kes îstixdam kir."