DIYARBEKIR
Li Diyarbekirê bi saya pêvajoya çareseriyê operasyonên terorî kêm bûn û ji ber vê jî têkoşîna li dijî hişbir û esrarê zêdetir bû. Li seranserê Tirkiyeyê herî zêde madeya hişbirê li Diyarbekirê hat girtin.
Piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir hêzên asayîşê têkoşîna xwe ya li hemberî asayîş û hişbirê zêdetir kirin û tevlî gilî û gazinên welatiyan ve di qada bidestxistina esrar û hişbirê de di nav hemû bajarên Tirkiyeyê de Diyarbekirê serî kişand.
Midûriyeta Ewlehiya Bajêr di hezar û 323 operasyonên ku li darxist de 24 hezar esrar, 14 hezar û 344 kok kinf, 3 kîlo û 285 gram eroîn, 98 gram kokaîn, 920 gram metamfetamîn û 33 hezar û 264 jî hebên hişbirê hatin girtin û der heqê 997 kesan de jî muameleyên fermî da destpêkirin.
Di operasyonên ku Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li dar xistin de jî 15 hezar û 868 kîlo esrar, 409 hezar û 283 kok kinf hat bidestxistin û bi tevahî der heqê 2 hezar û 282 gumanbaran de muameleyên fermî hat kirin û bi biryara meqamên dadî ve ji wan kesan jî 452 kes hatin girtin.
-"Hewl û xebatên ku li hemberî terorê dihat xerckirin niha di têkoşîna li dijî hişbirê de tê dayîn.
Alîkarê Midûrê Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîkê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr Yasîn Dûrmûş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku operasyonên li hemberî hişbirê zêdetir kirin û bi tenê par li Diyarbekirê ji 23 hezar tonî zêdetir esrar bidestxistin û wiha dewam kir: "Di qada têkoşîna li dijî hişbirê de sala par gelek bi xêr derbas bû. Lewra di vê pêvajoyê de hêzên me yên ewlehiyê hewl û xebatên xwe yên ku li dijî terorê didan ji bo hişbirê xerc kirin. Bi saya aramî û ewlehiyê ve welatiyên me jî jîrtir tevdigerin û şikayeta kesên ku bi bazirganiya hişbirê re eleqedar in, dikin.
Dûrmûş destnîşan kir ku li Licê, Kocakoy û Hazroya navçeyên Diyarbekirê herî zêde çandiniya hişbirê tê kirin û di qada girtina madeyên hişbirê Diyarbekir di rêza ewil de Riha duyemîn û Edene jî di rê za sêyemîn de cih digire.