Abdullah Tel
31 Adar 2021•Rojanekirin: 01 Nîsan 2021
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz der barê biryara ku herêma Deşta Şênê ya berê li ser Pasûra navçeya Diyarbekirê bû betal kir û da ser Mûşê nirxand û ragihand ku ew yek ji bo kifşkirina îdareya berpirsyar verastkirina sînorekê bû.
Gunduzoz daxuyanî da rojnamegeran û li ser pirsa biryarnameya Serokomariyê ya bi jimara 3677an a ku di 20ê Adara 2021î da weşiya û Herêma Şênê ya li ser Pasûrê bi Mûşê va girê da bersivand û got ku bi wê verastkirinê va sînorê di navbera Diyarbekir û Mûşê da jî guherî.
Di axaftina xwe da Gunduzoz destnîşan kir ku him walîtiya Diyarbekirê û him jî ya Mûşê ji ber guherîna sînor xwedî nêrîna erênî ne û ragihand ku ew biryar ji bo kifşkirina îdareya berpirsyar, verastkirineke sînor bû.