Nevzat Umut Uzel,Orhan Sağlam
18 Mijdar 2025•Rojanekirin: 19 Mijdar 2025
Werşeqa ku li Gevaşa navçeya Wanê bêhal hat dîtin, li Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzucu Yil Wanê, tê dermankirin.
Welatiyên ku li Taxa Înkoyê werşeqeke bêhal dîtin, agahî dan ekîba Rêveberiya Herêmî ya 14emîn a Parastina Siruşt û Parkên Neteweyî (DKMP).
Ekîbên DKMPê ku digel ekîba Parastina Jîngeh Siruşt û Ajelan a Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê werşeq ji cihê wê hildan û radestî Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzucu Yil Wanê, kirin.
Rêveberê navendê Prof. Dr. Lokman Aslan û ekîba wî dest bi dermankirina werşeqê kirin.
Aslan ji rojnamevanan ra anî ziman ku ew bi pirsgirêkên hemû ajalên li Hewza Gola Wanê ra eleqedar dibin.