ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk ji bo parastina berhemên çandî û dîrokî yên li Iraq û Sûriyeyê got: "Wezareta me dema ku ji berhemeke çandî û dîrokî ya ku dê di muzeyên me de cih bigire, di destê berhevkaran de bibîne, bikeve şikê bênavber xeberê dide şaxên ewlehiyê yên ku bi van mijaran re eleqedar in û wan haydar dike."
Di daxuyaniya nivîskî ya ji wezaretê hat weşandin de Wezîr Çelîk got ku rûdanên li erdnigariya Iraq û Sûriyeyê diqewimin ji bo berhemên çandî û dîrokî yên van deran talûkeyeke mezin e.
Bi vê tevgerê wezaret ji bo ku rê li ber qaçaxcîtiya berhemên dîrokî yên ku bazirganiya wan bi awayekî dereqanûnî tê kirin bigire dixebite, lewra bi taybetî jî berhemên ku ji Sûriyeyê tên di bazara navneteweyî de pir digerin.
Çelîk wiha dewam kir: "Wezareta me dema ku ji berhemeke çandî û dîrokî ya ku dê di muzeyên me de cih bigire, di destê berhevkaran de bibîne, bikeve şikê bênavber xeberê dide şaxên ewlehiyê yên ku bi van mijaran re eleqedar in û wan haydar dike. Ev agahî ji Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û hemû saziyên ku bi van mijaran re eleqedar in re hat şandin."