04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Wezîrê Ceyranê yê Herêma Kurdistana Iraqê Selahaddîn Babekr ji ber kêmasiya terxankirina sotemeniya ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî û ji ber ku nikarin xizmeta gel bikin, îstifa kir.
Babekr li navenda Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ku bixwe jî endamê wê ye, daxuyaniya çapemeniyê da û wiha xeberda, "Dema ku hikûmet hat damezirandin, wekî partî me Wezareta Ceyranê bişert hilda. Lêbelê ji ber ku ev şert nehatin cîbicîkirin, em dîsa teslîmî hikûmetê dikin."
Babekr destnîşan kir ku ji ber kêmasiya terxankirina sotemeniya ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî û ji ber ku nikarin xizmeta gel bikin, wî îstifa kir.
Di 8emîn hikûmeta HKIyê da Yekgirtûyê, Wezareta Ceyranê, Wezareta Karûbarên Xebat û Civakî û Wezareta Parlementoyê hildabû.