BURSA
Xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xalê wî Silêman Arslan bi rêya behrê çûn Girava Îmraliyê.
Fatma Ocalan serê sibê bi keçika xwe Dilekê re û Silêman Arslan û lawê xwe Mehmet Arslan tevî xizmên mehkûmên din yên Cuma Karasu, Pervin Oduncu xizmên Şeyhmus Poyraz, Felek Cızlaşmak, li pêşiya fermandariya cendermeyan di wesayîteka taybet de nêzi seatekê man.
Ocalan û yên li cem wê li ser xeberdana leşkerekî ji wesayîtan peya bûn û derbasî fermandariya cendermê bûn. Di vê navberê de li ser pirsa rojnamenûsekî, Fatma Ocalan got ku ev 3 sal in min birayê xwe nedîtiye.
Li bendê ne ku Ocalan xwişk û xalê xwe bibîne.