HEWLÊR
Sîyasetmedar û nivîskarê kurd Yaşar Kaya (76) îro tê Tirkiyeyê. Yaşar Kayayê ku ji ber dozên siyasî 21 sal in ku li Almanyayê dijî îro dê were Enqereyê û li dadgeha ku lê tê darizandin dê îfade bide.
Kaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piştî 21 salan sibê ez vedigerim welatê xwe. Jiyana nefiyê, ji malbatan û hezkiriyan dûr jiyîn jiyaneke girtîgehê ya vekiriye. Niha ez kêfxweş im ku ez dê bigihêjim malbata xwe, zarok, dost û gelê xwe."
Kaya daxuyand ku Îsmaîl Beşîkçî û dostên wî yên din li Balafirgeha Esenbogayê werin pêşwaziya wî û piştî ku ew îfade bide dê serbest bimîne.