Hevseroka Giştî yê HDPê û namzeda parlementeriya heyama 25emîn ya Wanê Fîgen Yuksekdag li Wanê raya xwe da.
Serê sibê Serokê şaredariya mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê bajêr ê Wanê yê HDPê Weysî Dîlek, namzeda Wanê yê HDPyê Yûrdusev Ozsekmenler bi hev re hatin dibisatana Zaferlerê. Yuksekdag, di sandoqa 2178emîn de raya xwe da.
Yuksekdagê pêşniyaz kir ku encamên hilbijartinê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bi xêr be. Yuksekdag ji rojnamevanan re got ku di rêyên dijwar de derbas bûn û gihiştin wan rojan.