SÎÎRT
Mansûr Cengîzê ku di êrîşa terorî ya ser qereqolê ya li navçeya Bazîda Agriyê de şehît ketibû, li Sêrtê hat definkirin.
Mansûr Cengîz, di êrîşa xwekujiyê ya ser qereqola cendirmeyan a li Bazîdê de, miribû.
Cinazê şehîd, piştî merasima ku li Fermandariya Hewayê ya Erziromê hat kirin şandin Sêrtê. Cinaze li vir pêşî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê piştre jî birin mala bavê wî ya li navçeya Şîrvanê.
Adile Cengîza diya şehîd hat ser mezelê kurê xwe û lorand û wiha got: "Ji bo ku dilê terorîstan rihet nebe ez ê negrîm. Ez ê bi kêf şehidê xwe oxir bikim. Lawê min ji bo axa welatê xwe, canê xwe feda kir."
Fadil Cengîzê bavê şehîd jî li hemberî êrîşên PKKyê bertek nîşan da û got ez dixwazim tola lawê min bê hildan.
Mustafa Tutulmazê Waliyê Sêrtê jî got ku rêxistina terorê dîsa dest bi êrîşan kir û wiha axivî: "Ev birayê me bi awayeke hovî hat kuştin. Ev êrîş dişibe êrîşên hovî yên DAEŞê. Dewlet dê li hemberî van êrîşan bê deng nemîne û çi hewce dike dê bi cih bîne."